Behsa rewşa siyasî ya Îraqê hate kirin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Amerîkayê yê li Îraqê Matthew Tueller
Kir.
Di civînê de ku Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê Robert Palladino jî têde beşdar bû, giftûgo derbarê rewşa giştî ya deverê û pêşhat û guhertinên siyasî yên nava prosesa siyasiya Îraqê hate kirin û tekez li ser girîngiya hemahengiya navbera hêz û aliyên siyasî yên Îraqê hate kirin.
Di civînê de Matthew Tueller tekez li ser vê yekê kir ku, Amerîka bi hûrî çavdêriya pêşhat û bûyerên siyasî yên li Îraqê dike û hana hikûmeta herêma Kurdistan û hikûmeta federalî dide daku bi diyalog û jihev fêm kirinê kêşeyan çareser bikin.
Nav hatî tekez li ser pêbendiya Amerîkayê ya bi asayîş û aramiya Îraq û Kurdistanê kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin