Îran: Em gerentiya devkî qebûl nakin

Îran dibêje baweriya me bi gerentiyên devkî nemaye lewre lazime gerengî nivîskî û fermî bin.
کوردستان TV
100%

Dibêje Îran bawerî bi sozên ti kesî nîne.

Wezîrê derve yê Îranê Husên Emîr Ebdulahiyan di hevpeyvînekê de li gel rojnameya FT behsa danûstandinên navbera Îran û welatên Rojavayî yên derbarê bernameya etomî ya Îranê kiriye.

Emîrebdulahiyan eşkere kiriye ku Amerka naxwaze guhê bide daxwazên Îranê û dixwaze bi gerentî û sozên ku nabe serî, Îranê bixapîne.

Nav hatî eşkere kiriye ku Îran bawer bi ti gerentiyeke devkî nake û lazime gerentî nivîskî û fermî bin û daxwaz jî ji kongrêsa Amerîkayê kiriye ku bo dubare derneketina Amerîkayê ji rêkeftinê, tişteke fermî û nivîskî bo raya giştî eşkere bike.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.