Tê gotin ku 21 miliyar dolarên Îranê hatine blokekirin.
Li gor nûçeyeke BBC li Çînê pereyên Îranê yên ku bi firotina petrolê hatine bidestxistin hatine blokekirin.
Tê gotin ku pereyên blokekirî 21 miliyar dolare.
Lê li ser vê mijarê Serokê odeya bazirganiya hevbeş ya Çîn û Îranê Mecîd Reza Herîrî ragihandiye ku tişteke wisa tuneye û Çîn pereyên Îranê bloke nekiriye û pereyên ku behsa wan tê kirin ev perene ku ji welatên din bo Çînê hatine veguhastin.
Herîrî eşkere kiriye ku ev pere ji welatên weke Koreya Başûr, Hindistan, Japon û Holenda bo Çînê hatine veguhastin jiber ku ev welatên han ne amadene ku raste rast bazirganiya petrolê li gel Îranê bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin