Beriya niha li gel wezîrê bazirganî û pîşesazî jî civiya bû.
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Qeterê de, îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel wezîrê ernejî yê Qeterê Seid Şerîde Elkebî civiya.
Di civînê de her du aliyan giftûgo li ser babetên taybet bi enerjî, derfetên hêlbirîna kopaniyên enerjiyê yên Qeterî li Kurdistanê û pêşde birina têkiliyan di wan waran de kirin.
Weke tê zanîn Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhê li ser vexwandina fermî ya Mîrê Qeterê serdana Duhayê kiribû û îro jî dest bi civîn û hevdîtinên xwe yên fermî li gel rayedarên vê welatî kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin