Ev kompanî dixwest li bendera Heyfa kar bike.
Di demekê de ku hewldanên Tirkiyeyê yên bo normal kirina têkiliyên xwe yên li gel Îsraîlê de didomin, hikûmeta Îsraîlê biryareke ecîb der kir.
Hikûmeta Îsraîlê ragihandiye ku jiber sedemên ewlekarî rê nade kompaniya Tirkî ya bi navê Yildirim beşdarî di îhaleya kar kirinê li bendera Heyfa ya Îsraîlê de bike.
Ev kompaniya Tirkî sala 2020an daxwaz ji hikûmeta Îsraîlê kiribû daku karûbarên bendera Heyfa ku benderê herî mezin yê Îsraîlê ye û weke deriya yekane ya Îsraîlê bo cîhanê tê nasîn, bide vê, lê hikûmeta Îsraîlê jiber sedemên ewlekariyê ev daxwaza han red kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin