Tevahiya wan berpirs û rayedarên HDPê ne.
Duhê bişev polîsên Tirkiyeyê li çend bajaran operasiyonên serda girtina malan li dar xistine.
Li gor çapemeniya Tirkiyeyê di encama wan operasiyonan de tenê li Îstenbûl û Şirnexê herî kêm 26 kes ku tevahiya wan berpirs û endamên HDPê ne bi hinceta endam bûn di nava refên PKKê û propagende kirin bo pkkê hatine girtin.
Herwiha duhê bişev li bajarên din yên weke Adana, Îzmîr û Mardîn jî operasiyon hatibûn kirin û çend kesên din bi heman hencetê hatibûn girtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin