HSD 17 terorîstên DIŞIê girtin

operasiyon li Dêra Zorê û derdorê hatiye lidarxistin.
کوردستان TV
100%

Operasiyonek ji aliyê hêzên asayîşê ve hatiye lidarxistin.

Asayîşa Rojavayê Kurdistanê û HSD 17 terorîstên DIŞIê li derdora Dêre Zorê girtin.

Berpirsekî Hêzên Ewlekariya Navxwe li derdora Dêre Zorê ragihand, hêzên Asayîşê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di dema du rojan de, 17 terorîstên DIŞIê  ku êrîşî saziyên sivîl kirine û di kuştina xelkê de destê wan hebûne binçav kirine.

Ev sêyemîn operasiyone piştî bûyerên girtîgeha Hesekê ku têde gelek terorîstên DIŞIê yên ku weke tîmên razayî kiriyarên terorîstî kirine hatine girtin, hatiye lidarxistin.

N: E. G

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.