Ji girtîgeha Hesekê reviya bûn.
Navenda çavdêriya mafên mirovan ya Sûriyeyê yaku bi SOHR tê nasîn raportek derbarê bûyerên 20ê Çiraya paşê ya girtîgeha Hesekê belav kiriye.
Di raportê de hatiye diyarkirin ku di encama pevçûnên nava girtîgeha Hesekê de ku di 20ê Meha Çiraya paşê de qewmî bûn, gelek terorîstên DIŞIê ji girtîgehê reviyane.
SOHR di raporta xwe de eşkere kiriye ku rixmî kuştin û girtina beşeke ji wan terorîstên DIŞIê ku reviya bûn, lê hineke wan karîne xwe bigehînin leşkerên Tirk û deverên dagîrkirî ji aliyê Tirkiyeyê ve û bi vê rengî xwe gehandine Tirkiyeyê.
SOHR herwiha ev yek li ser zarê kesên hayedar belav kiriye ku nêzî 200 terorîstên DIŞIê yên ku ji girtîgeha Hesekê reviya bûn, xwe gehandine Tirkiyeyê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin