Tirkiye 3 penaberên Îranî vedigerîne

li Îranê biryara girtinê li ser wan û Tirkiye jî wan radestî Îranê dike.
کوردستان TV
100%

Dadgeha Tirkiyeyê biryar li ser vegerandina wan daye.

Piştî ku hijmarek welatiyên Îranî yên ku weke penaber li Tirkiyeyê dijîn, jiber beşdarî kirin di xwepîşandanên welatiyên Tirkiyeyê yên li dijî derketina Tirkiyeyê ji rêkeftina Îstenbûlê, hatibûn binçavkirin, dadgeha Tirkiyeyê jî li ser wan penaberên Îranî biryara xwe da.

Dadgeha bajarê Denîzlî ya Tirkiyeyê bi hinceta hewldan bo têkdana aramî û ewlekariya Tirkiyeyê biryar daye daku 3 ji wan penaberên Îranî yên ku hatine girtin, bo Îranê werin vegerandin.

Ev penaberên han yên Îranî yên ku jiber xwepîşandanên li Îranê ji aliyê rejîmê ve biryara girtina wan hatibû dayîn, boku ji Îranê derkevin û xwe bigehînin Ewrûpayê, çûne Tirkiyeyê û niha Tirkiye dixwaze wan radestî Îranê bike.

N: E. G

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.