Şanda wezareta derve ya Nemsayê li Hewlêrê ye.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke wezareta derve ya Nemsayê ya bi Serokatiya Serokê beşê Rojhilata Navîn, Bakûrê Efrîqa û Başûrê Ewrûpayê li wezareta derve ya Nemsayê Gerald Vollmar û şanda pê re kir.
Di civînê de ku balyozê Nemsayê yê li Îraqê jî têde beşdar bû, behsa têkiliyên dîrokî û dostane yên di navbera Kurdistan û Nemsa û pêşde birina têkiliyên han hate kirin.
Di berdewamiya civînê de giftûgo li ser rewşa siyasiya Îraqê ya piştî hilbijartinan û hewldanên heyî yên bo ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê hate kirin û şanda mêwan jî rixmî ku behsa girîngiya ewlekariya Îraqê kir balkêşande ser vê yekê jî ku hilbijartinên vê dawî yên Îraqê hilbijartineke nimûneyî û mînak bûye.
Di berdewamiya civînê de rûdaw û bûyerên vê dawî yên li Sûriyeyê, gefên teror û hizra radîkalîzimê bo ser ewlekariya cîhan û deverê hatin nirxandin û tekez li ser vê yekê hate kirin ku rûbirû bûn û nehêştina terorê pêdiviya xwe bi hewlên pir alî heye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin