Her du Rojnamevan duhê li Qamîşlo hatine girtin.
Li gor zaniyariyên ji Rojavayê Kurdistanê duhê bişev hêzên asayîşa navxwe ya ser bi îdareya xweser ya Rojavayê, du Rojnamevan girtine.
Zaniyarî behsa vê yekê dikin ku hêzên asayîşê duhê bişev ev her du Rojnamevan li malên xwe girtine û bo cîheke nediyar birine.
Yek ji wan Rojnamevanan Peyamnêrê ARKtv û ewê din jî Peyamnêrê Yekîtî medya bûye û navên wan Bawer Mele Ehmed û Sebirî Fexriye.
Weke tê zanîn ku di rojên berê de jî îdareya xweser karên kanala Rûdawê jî qedexe kiribû.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin