Li Heseke û Dêra Zorê bicîh dike.
Li gor zaniyariyên ku ji jêderên herêmî yên li Rojavayê Kurdistanê dest ketine, duhê Amerîka karwaneke mezin ya hêzên piştîvanî şandiye Rojavayê Kurdistanê.
Zaniyarî qala vê yekê dikin ku hêza han ji axa Îraqê ve derbasî Rojavayê bûye û li Heseke û Dêra Zorê tê bicîhkirin.
Pispor dibêjin ku armanca Amerîkayê bihêz kirina ewlekariya rafîneyên petrolê yên li wan deveran û rûbirû bûna êrîşên çekdarên ser bi Îranê ye.
Weke tê zanîn meha derbasbûyî jî Amerîka bi heman awayî dîsa karwaneke din ya hêzên piştîvanî şandibû Rojavayê.
Di dawiya hefteya derbasbûyî de jî Amerîka û HSD li Bakûrê Rojavayê Îdlibê operasiyoneke hevbeş li ser sînorê Tirkiyeyê lidar xistinbûn û Xelîfeyê DIŞIê kuştibûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin