Serokwezîr li gel Serokê civata bilind ya îslamiya Îraqê civiya

behsa kêşe û aloziyên heyî yên di nava prosesa siyasiya Îraqê û çareser kirina wan bi rêya diyalogê kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa çareser kirina kêşeyên li Îraqê kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokê civata bilind ya îslamiya Îraqê kir û piştî bi dawî hatina civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro şemî 5ê Sibata 2022 an me pêşwaziya Serokê civata bilind ya îslamiya Îraqê Şêx Humam Hemûdî û şandeke pê re kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê pêşhatên dawî û guhertinên nava prosesa siyasiya Îraq û hewldanên heyî yên bo ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê kir û tekez li ser girîngiya hemahengî û lihev nêz bûna aliyên siyasî kir bo berejwendiyên giştî û çareser kirina kêşe û nakokiyan bi rêya diyalog û giftgûoyê.

Şanda civata bilind ya îslamiya Îraqê, stayîşa ezmûna serkeftî ya herêma Kurdistanê kir û balkêşande ser vê yekê ku serkeftina herêma Kurdistanê serkeftine bo tevahiya Îraqê û lazime tevahiya aliyan bo zêdetir xizmet kirina tevahiya welatiyên Îraqê hewldanên xwe bitevger bikin.

N: E. G

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.