Amerîka 10 miliyon dolar xelat diyarî dike

di hilbijartinên Amerîkayê de sala 2020an saxte karî kirine.
کوردستان TV
100%

Bo girtina du Hackkerên Îranî xelat dide.

Wezareta derve ya Amerîkayê belav kiriye ku, bo girtina du Hackker ku Îranî ne, bi qasî 10 miliyon dolaran xelat diyarî kiriye.

Wezareta derve ya Amerîkayê eşkere kiriye ku ev du Hackker di hilbijartinên 2020an yên Amerîkayê de karê derqanûnî kirine, lewre biqasî 10 miliyon dolaran xelat dide wan kesan ku derbarê wan du Hackkerên Îranî de zaniyarî bidin Amerîkayê.

Wezareta derve ya Amerîkayê behsa Hackkeran kiriye ku nivîsandiye, alîgirên rejîma Îranê ne û li gel kompaniyek bi navê Emanet Pasargad kar dikin û navên wan Seyid Mihemed Husên Mûsa Kazimî û Secad Kaşaniye.

Di beşeke din ya daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di demên derbasbûyî de navê kompanî û ev du Hackkerên han ketine nava lîsteya wan aliyan ku vê ji aliyê Amerîkayê ve werin cezakirin.

N: E. G

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.