Çend mûşek li nêzî navenda leşkerî ya Tirkiyeyê ketine erdê.
Li gor zaniyariyên berdest, îro pêncşem danê sibê, bi mûşekan êrîşî ser navenda leşkerî ya Zilêkan ya Tirkiyeyê ya li devera Başîkê hatiye kirin.
Zaniyarî qala vê yekê dikin ku çend mûşek li nêzî navenda leşkerî ya Tirkiyeyê ketine, lê heta niha derbarê zirarên êrîşê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.
Ji aliyeke din ve hatiye diyarkirine ku, tirimbîla ku mûşek li ser vê hatine avêtin hatiye dîtin û ji aliyê hêzên ewlekarî yên Îraqê ve hatiye dîtin.
Weke tê zanîn di sala 2022an de ev sêyemîn care ku êrîşî ser navenda leşkerî ya Tirkiyeyê tê kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin