Amerîka hêz dişîne Rojhilatê Ewrûpayê

bo bersif dana êrîşên Rûsyeyê ev hêzên han têne şandin.
کوردستان TV
100%

3 hezar leşker dişîne 3 welatan.

Wezareta berevanî ya Amerîkayê diyar kiriye ku vê Amerîka zêdetir ji 3 hezar leşkeran bişîne sê welatên Rojhilatê Ewrûpayê.

Li gor daxuyaniya wezareta berevaniya Amerîkayê, bo rûbirû bûna her cure êrîşeke Rûsyeyê ya bo ser Ukraynayê, Amerîka biryar daye daku zêdetir ji 3 hezar leşkerên Amerîkî bişîne welatên Almanya, Polenda û Romaniya.

Wezareta berevanî eşkere kiriye ku hêzên ku tên şandin, hêzên bersifdana bilezin û niha di amadebaşiyê dene û di rojên pêşiya me de vê li cîhên diyar kirî werin bicîhkirin.

N: E. G

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.