Dozgeriya giştî ya Tirkiyeyê îtirafên Emîrê DIŞIê yê Tirkiyeyê belav kir.
Li gor nûçeyeke DW ya Almanî, Emîrê DIŞIê yê Tirkiyeyê yê ku bi navê Ebû Usame Eltirkî ya bi navê rastîn Kasim Guler dihat nasîn di îtîrafên xwe yên li berdem dadgeh de çend zaniyariyên girîng eşkere kiriye.
Ev Emîrê DIŞIê di îtîrafên xwe de diyar kiriye ku wan plan kiribû daku êrîşî ser Serokê giştî yê CHP Kemal Qilicdaroglû, Serok bajarwaniya Îstenbûlê Ekrem Îmamoglû û hin cemxaneyên Eleviyan bikin.
Ev Emîr herwiha gotiye ku di plannameya me de, me dixwest êrîşî ser balonên torîstan li Kapadokiya û navenda leşkerî ya Amerîkî ya Incirlîkê jî bikin.
N: E. G
Çavkanî
Kurdistan TV
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin