Amerîka: Em leşkerên xwe naşînin Ukraynayê

dibêje Amerîka leşker naşîne Ukraynayê.
کوردستان TV
100%

Dibêje lazime NATO berevanî ji Ukraynayê bike.

Aloziyên navbera Rûsye û welatên Rojavayê li ser qirîza Ukraynayê berdewamin û di vê çarçoveyê de jî Amerîka huşdarî dide.

Wezareta derve ya Amerîkayê belav kiriye ku her gav egera dagîr kirina Ukranyayê ji aliyê Rûsyeyê ve heye lewre lazime em weke NATO di amadebaşiyê de bin.

Ji aliyeke din ve wezara berevanî ya Amerîkayê diyar kiriye ku eger Rûsye êrîşî ser Ukraynayê bike, Amerîka leşkerên xwe naşîne Ukraynayê belku lazime NATO berevanî ji Ukraynayê bike.

Ji aliyeke din ve wezîra derve ya Brîtanyayê jî diyar kiriye ku Brîtanya amadekarî bo sepandina dorpêçan li ser Rûsyeyê dike û projeya dorpêçan vê 10 Sibatê amade bibe û eger Rûsye êrîş bike, vê projeya han bikeve meriyetê.

N: E. G

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.