Rûsye daxwaza civîna bilez ya CE dike

HSD duhê girtîgeh bi temamî kontrol kiribû.
civîna civata ewlekarî
100%

Dibêje lazime civîneke bilez derbarê Hesekê de were lidarxistin.

Piştî bûyerên girtîgeha Xiwêran ya li Hesekê, Cîgirê nunerê hertimî yê Rûsyeyê yê li Netewên Yekgirtî daxwaza civîneke bilez dike.

Cîgirê nunerê hertimî yê Rûsyeyê yê li NY Dmitriy Polyanskiy diyar kiriye ku liv û tevgerên terorîstên DIŞIê li Heseke û derdorê gelek zêde bûne û ev yek jî bûye sedema çê bûna metirsî û aloziyên nû, lewre lazime civata ewlekariya Netewên Yekgirtî bilez bo giftûgo kirin li ser bûyerên Hesekê civîneke bilez li dar bixe.

Heta niha nayê zanîn gelo CE ev daxwaza han qebûl dike anjî na?

Weke tê zanîn pêncşema hefteya derbasbûyî terorîstên DIŞIê êrîşî ser girtîgeha Xiwêran ya li Hesekê kiribûn û duhê jî HSDê karî ev girtîgeha han bi temamî kontrol bike.

N: E. G

Çavkanî

Kurdistan TV

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.