Di yekem roja salê de buhayên gelek tiştan hatin girankirin.
Di çarçoveya qirîza abûrî ya Tirkiyeyê de, rixmî hewldanên hikûmetê bo dabezandina buhayê dolar li hember lîreya Tirkî, lê dîsa lîreya Tirkî buhayê xwe ji dest da û buhayê dolarê bilind bû.
Herwiha di roja yekem ya sala nû de, hikûmet biryara giran kirina buhayê gelek tiştan daye.
Li gor biryara hikûmetê, buhayê karebayê bi rêjeya 120 hatiye zêdekirin, herwiha buhayê hatûçûyê di nava otoban, tonel û piran de, sotemenî û bîmeyê jî bi awayeke berçav hatine zêdekirin.
Pispor jî behsa vê yekê dikin ku vê di rojên pêşiya me de dîsa buhayê dolar gelek bilind bibe û rêjeya giranî anjî enflasiyonê zêdetir bibe.
Niha rêjeya enflasiyonê li Tirkiyeyê gehêştiye bilindtirîn asta xwe ya di nava 20 salên derbasbûyî de.
Herwiha Tirkiye yekem welate ku di sala 2021an de buhayê pêdiviyên jiyana rojane bi rêjeyeke berçav zêde kiriye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin