Biryara girtinê bo 102 Fermandar û Efseran hatiye dayîn.
Operasiyonên dijî endamên cemaeta gulen li Tirkiyeyê didomin û di vê çarçoveyê de îro Serdozgeriya giştî ya Enqereyê bi hinceta endam bûn di nava cemaeta gulen de biryara girtinê bo 102 kesan der kir.
Kesên ku biryara girtina wan hatiye dayîn tevahiya wan Fermandar û Efserên Cendirmene.
Hevdem li gel vê biryarê di nava hêzên ewlekarî û MÎTê de jî bo girtin hijmareke din ji endamên gulen operasiyon hatiye kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin