Di prosesa çê kirina dîwar de dizî û gendelî hatiye kirin.
Malpera gerçekgundem ya Tirkî belav kiriye ku di dema çê kirina dîwaran li ser sînorên Îraq û Sûriyeyê ( başûr û rojavayê Kurdistanê) rayedarên AKP diziyeke gelek mezin kirine.
Li gor nûçeya gerçekgundem, di dema çê kirina dîwar de, navenda TOKİ îhaleyeke bêyî rêbazên qanûnî daye kompaniyeke ser bi berpirsekî AKP ya li Şirnexê.
Buhayê wan îhaleyan yên ku ji kompaniya berpirsê AKPê re hatine dayîn zêdetir ji 61 miliyon lîreyên Tirkî.
Weke tê zanîn ev çend sale Tirkiye dest bi çê kirina dîwaran li ser sînorên navbera Başûr, Rojava, Rojhilat û Bakûrê Kurdistanê de kiriye û piraniya dîwaran jî ji aliyê kompaniyên leşkerî û kompaniyên ser bi AKPê ve têne çêkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin