WSJ: Amerîka dê toleyên dijî Îranê berfirehtir bike

danûstandinên Viyenayê bêencam bûne.
کوردستان TV
100%

Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Pêncşemê ragihand ku rêvebirîya Serok Joe Biden dê dest bi berfirehkirina toleyên dijî Îranê bike.

Reutersê ew nûçe ji rojnameya Wall Street Journalê (WSJ) ragihand ku wê jî agahîyên xwe sipartine karbidestên payabilind yên Amerîkî.

WSJ dide zanîn ku Amerîka dê di hefteya pêş de şandeyeke payabilind bişîne Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî.

Li gor nûçeya WSJ’ê karbidestên Amerîkî dê bank û kompanîyên Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî ser bazirganîya toleyî hişyar bikin û bibêjin ger ew bazirganî bidome ewê bi rîskên mezin re rûbirû bimînin.

Amerîka herî dawî roja Sêşemê jiber binpêkirina mafên mirovan dijî Îranê tole ragihandibûn.

Tehranê ser toleyên bi bîr xistibû ku danûstandinên ser peymana navokî yên li Vîyana didomin û Washington ser ragihandina toleyan rexne kiribû.

Ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.