Pêgeha Îranê li Îraqê diheje

dibêje Îran steratejiya xwe li hember Îraqê diguhere.
کوردستان TV
100%

Niha Îran hewl bo alternatîfên din dide.

Navenda lêkolînên Etlesî raportek derbarê rewşa Îraqê û pêgeha Îranê ya li Îraqê de belav kiriye.

Di raporta şîroveyî ya navenda Etlesî de behsa vê yekê hatiye kirin ku jiber şikesta mezin ya aliyên şîe yên ser bi Îranê di hilbijartinên parlementoya Îraqê de, pêgeh û hejmûna Îranê ya li Îraqê bi tundî hejiyaye û niha Îran li pey rê û rêbazên nûye daku bikarêbe hejmûn û pêgeha xwe ya li Îraqê dubare bihêztir bike.

Di berdewamiya raportê de hetiye diyarkirin ku niha Îran kar li ser vê yekê dike daku steratejiya xwe biguhere û bi rêya dîplomatîkî û abûrî dubare hejmûna xwe bi ser Îraqê de bisepîne.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.