Erdên Behayiyan têne dagîrkirin û firotin

fermana firotinê ji aliyê rejîmê ve hatiye dayîn.
کوردستان TV
100%

Bi fermana rejîma Îranê têne dagîrkirin û bi mezadê jî tên firotin.

Nunerê taybetî yê civaka Behayiyên Îranê ragihand ku bi fermana navendeke rejîmê ya bi navê navenda cîhbicîh kirina fermanên Xumeyinî biryar daye daku 15 parçe zeviyên çandiniyê yên Behayiyan li gundeke Kêhgîloye û Buyerehmedê werin dagîrkirin û pişt re jî bi nirxeke erzan werin firotin.

Nunerê civaka Behayiyan li Netewên Yekgirtî de Banî Dugal di nameyeke xwe de yaku daxwaz kiriye daku civaka cîhanî li hember zilimên rejîma Îranê bêdeng nebe û nehêle mal û milkên Behayiyan ji aliyê rejîma Îranê ve werin dagîrkirin.

Weke tê zanîn beriya şoreşa Îranê gelek Behayî li Îranî dijiyan lê piştî şoreşê jiber zextên rejîmê piraniya wan ji Îranê derketin û mal û milkên wan jî hatin dagîrkirin.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.