Li gel Kurdistanê têkiliyên xwe bihêztir dike.
Parêzgarê nû yê Sine li Rojhilatê Kurdistanê Îsmaîl Kûşa di dema civîna xwe ya li gel rayedarên parêzgehên Sine, Kirmaşan û Urmiyeyê de behsa bihêztir kirina têkiliyên abûrî yên di navbera Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de kiriye.
Kûşa herwiha eşkere kiriye ku vê di demeke nêz de di navbera parêzgehên Sine, Kirmaşan û Urmiyeyê de hevpeymaniyeke nû ya abûrî tê avakirn û ev hevpeymaniya han hewl dide daku têkiliyên abûrî û bazirganî yên li gel başûrê Kurdistanê de werin berfiretir û bihêztirkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin