Şêniyên bajêr 2 hefteye xwepîşandanê dikin.
Beriya du hefteyan ji ber kemiya avê şêniyên bajarê Îsfehan û derdorê dest bi xwepîşandanan kirine û xwepîşandan hîn jî berdewamin.
Di vê çarçoveyê de li gor çapemeniya Îraqê, duhê di navbera şêniyên Îsfehanê bi taybetî Cotkarên peravên Zayende Rûd( rûbareke li Îsfehanê) û hêzên ewlekarî de pevçûn qewmiye û hêzên ewlekarî yên Îranê jî gule li ser Xwepîşanderan reşandine.
Heta niha derbarê kuştî û birîndaran de ti zaniyarî nehatine belavkirin.
Ji aliyeke din ve rayedarên Îranê jî dibêjin kesên ku xwepîşandan kirine ne xelkê Îsfehanê ne û ne jî Cotkarin belku hin kesin ku dixwazin rewşa Îraqê têk bibin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin