Wezareta berevaniya Amerîkayê rastiyek eşkere kiriye.
Kanala Cizîre ya Erebî nûçeyek belav kir û têde ragihand ku Îraq rixmî rêkeftin û danûstandinên xwe yên eşkere yên derbarê vekêşîna hêzên Amerîkî yên li Îraqê, bi nihênî daxwaz ji Amerîkayê kiriye daku hêzên xwe ji Îraqê nevekêşe.
Cizîre li ser navê wezareta berevaniya Amerîkayê belav kiriye ku rayedarên bilind yên Îraqê bi nihênî daxwaz ji wezareta berevanî ya Amerîkayê kiriye daku, hêzên xwe yên leşkerî ji Îraqê nevekêşe.
Ev di demekê deye ku, di meha Temûzê de Îraq û Amerîka derbarê vekêşîna hêzên Amerîkî li Îraqê lihev kiribûn û biryar hatibû dayîn daku heta dawiya sala 2021an tevahiya hêzên xwe yên şerker ji Îraqê vekêşe.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin