Li navçeya Ebûkemalê hatine bordimankirin.
Navenda çavdêriya mafên mirovan ya Sûriyeyê ragihand ku îro sêşem, danê sibê, balefirên nenas êrîşî ser çekdarên Îraqî yên li Sûriyeyê kirine.
Li gor daxuyaniya navenda han, îro sêşem, balefirên nenas li navçeya Ebûkemal ya li ser sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê, êrîşî ser navendên çekdarên Îraqî kirine.
Di encama êrîşa han de çend çekdar hatine kuştin û 15 çekdar jî birîndar bûne.
Heman navendê diyar kiriye ku her îro sêşem, balefirên nenas êrîşî ser bîrên petrolê yên di bin kontrola çekdarên Îraqî yên li Sûriyeyê de kirine û zirarên mezin gehandina çekdaran û bîrên petrolê.
Weke tê zanîn navçeya Ebûkemal navçeyeke sînoriye ku bûye navendeke girîng ya çekdarên Îraqî û Îranî li Sûriyeyê de û êrîşên Amerîka û Îsraîlê jî bo ser vê herêmê berdewamin.
N: E.G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin