YE xwe bo sepandina dorpêçan amade dike

qirîza penaberan bûye qirîzeke mezin li YE de.
کوردستان TV
100%

Borrell dibêje ewê toleyên dijî kompanî û kesên koçberan dibin Belarûsê berfireh bikin.

Karbidestê payabilind yê Yekîtiya Ewrupa (YE) da zanîn ku ew dê toleyên dijî kompanî û kesên dijî koçberan dibin Belarûsê berfireh bikin.

Josep Borrell, ku bo civîna wezîrên derve yên YE serdana Brukselê kiriye, diyar kir ku ew di dawîya hefteyê de bi wezîrê derve yê Belarusê ser rewişa koçberên li sînor axifîye.

Borrell da zanîn ku ew rewişa koçberên li sînor nayê qebûl kirin û pêdivîya wan bi alîkariyê heye.

Bi hezaran koçberên ji welatên Rojhilata Navîn li daristanên li sînorê Belarûs û welatên YE, Lîtvanya û Polonya asê mane.

Jiber sermaya zêde hin ji wan koçberan mirin û bo yên mane metirsîyên ewlekariyê çêbûne.

Ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.