Dibêje DIŞI hîn jî metirsiyeke rastîne bo ser Amerîkayê.
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Sûriyeyê duhê li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek weşand.
Di peyama han de balyozxaneya Amerîkayê eşkere kiriye ku, Amerîka bi ti awayî hêzên xwe yên leşkerî ji Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê navekêşe û berdewam dibe li ser bihêztir kirina pêgeha xwe ya li deverê de.
Di daxuyaniyê de tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku hîn jî DIŞI û komên din yên terorîstî gefeke rastînin bo ser Amerîka û hevpeymanên Amerîkayê lewma heta komên terorîstî hebin, vê hêzên Amerîkî jî li Sûriyeyê bimînin.
N: E.G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin