Di encama êrîşekê li herêma Dêra Zorê de hatine kuştin.
Navenda çavdêriya mafên mirovan ya Sûriyeyê ragihandiye ku duhê terorîstên DIŞIê êrîşî ser komeke çekdarên ser bi rejîma Sûriyeyê kirine.
Li gor daxuyaniya navenda çavdêriya mafên mirovan ya Sûriyeyê, di encama êrîşa han de yaku li herêma Dêra Zorê de pêk hatiye herî kêm 13 çekdarên ser bi rejîma Esed hatine kuştin û piraniya kuştiyan jî ji lîwaya Fatimiyûn û hizbulaha Libnanê ne.
Lîwaya Fatimiyûn komeke çekdar ya Îraniye ku li Sûriyeyê bo berevanî kirin ji rejîmê şer dike.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin