Amerîka: Em li hember hevdîtinan bifikarin

dibêje em li hember pêngavên hevpeymanên xwe yên li hember Sûriyeyê dilgiranin.
کوردستان TV
100%

Wezîrên derve yên Amerîka û Qeterê civiyan.

Piştî belav bûna gote gotên ku qaşo Qeter amadekariyan dike daku li gel Beşdar Esed têkiliyên xwe normal bike, Amerîka jî peyamek di vê derbarê de da Qeter û welatên din.

Wezîrê derve yê Amerîkayê Antony Blinken piştî civîna xwe ya li gel wezîrê derve yê Qeterê, behsa vê yekê kiriye ku, Amerîka ji hevdîtinên navbera hevpeymanên xwe yên li gel rejîma Sûriyeyê û normal kirina têkiliyan bi Esed re diglirane.

Li hember de jî wezîrê derve yê Qeterê eşkere kiriye ku, Qeter bi ti awayî têkiliyên xwe li gel Esed normal nake.

Weke tê zanîn di wan demên dawî de her yek ji Îmarat û Urdin dest bi  hewldan bo normal kirina têkiliyên xwe yên li gel Beşar Esed kirine û Amerîka jî li hember vê yekê dilgirane.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.