Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen piştî li Qesira Sipî bi Serok Joe Biden re civiya diyar kir ku Yekîtîya Ewrupa (YE) dê toleyên dijî Belarûsê berfireh bike.
Von der Leyen da zanîn ku toleyên nû dê dijî kesan û saziyan werin ragihandin.
Xanim von der Leyen di axaftina xwe de bal kişand ser rewişa koçberên li sînorê Belarûs û Polonya.
Wê diyar kir ku ew rewişa li wir ne ‘’kêşeya koçberan’’ e, lê encama hewildana ‘’rejîma otorîter’’ ya Mînskê ye ku dixwaze cîranên xwe ‘’bêîstiqrar’’ bike.
Ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin