Li ser sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê hatine bordimankirin.
Li gor daxuyaniyeke navenda çavdêriya mafên miorvan ya Sûriyeyê, îro çarşem danê sibê, çend balefirên nenas bi tundî êrîşî ser pêgehên çekdarên ser bi Îranê li ser sînorê navbera Îraq û Sûriyeyê li devera Ebûkemalê kirine.
Li gor daxuyaniyê di encama bordimana han de rixmî ku gelek zirarên canî çê bûne, çend navendên mezin yên çek û cebelxaneya wan çekdaran jî hatine jinavibirin.
Di dema bordimanê de dengê teqînên gelek mezin jî hatiye bihîstin û dengê teqînê ewqas mezin bûye ku li bajarê Baxozê hatiye bihîstin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin