Lavrov: Em amadene bo parastina mafên Kurdan kar bikin

Rûsye û Amerîka hefteya pêşiya me derbarê Sûriyeyê de dicivin.
کوردستان TV
100%

Hefteyeke din Amerîka û Rûsye dicivin.

Wezîrê derve yê Rûsyeyê Sergey Lavrov diyar kir ku, Rûsye bo parastina tevahiya maf, azadî û berejwendiyên Kurdan li Sûriyeyê amadeye li gel Kurdan kar bike.

Lavrov eşkere kiriye ku lazime Kurd li Sûriyeyê xwe weke beşeke ji civata Sûrî bibînin û têkiliyên xwe li gel rejîma Şamê baştir bikin û li pey Amerîkayê nekevin.

Ji aliyeke din ve biryare hefteya pêşiya me şandin Amerîkî û Rûsî bo nîqaş kirin li ser rewşa Sûriyeyê bicivin.

Weke tê zanîn ev demêke ku Tirke dîsa gefên lidarxistina operasiyoneke leşkerî dike, li hember de jî Amerîka û Rûsye eşkere kirine ku ev li dijî operasiyoneke leşkerî ya Tirkiyeyê ne.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.