Hejmara Pêketiyên Korona nêzî 250 mîlyonî dibe

nêzî 5 miliyon kesan jî canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Hejmara pêketiyên vîrusa korona nêzî 250 mîlyonî dibe.

Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 245,956,798 kes bi vîrusa korona ketine.

Pêketinên vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tomar kirin ku li wî welatî hejmara pêketiyan nêzî 46 mîlyon e.

Li dû Amerîka bi pirtir ji 34 mîlyon pêketiyan Hîndistan, li dû wê jî bi pirtir ji 21 mîlyon pêketiyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 4,988,132 kesan canên xwe ji dest dane.

Amerîka bi 745,006 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 607,068 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re cara pêşî li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din bûbû.

Agahiyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 109,416 kes bi vîrusa korona ketine û 4,849 kes bi wê mirine.

Ji dengêamerîkayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.