David Sassoli bersifa Erdogan da

aloziyên navbera Tirkiye û YE her diçe zêdetir dibin.
کوردستان TV
100%

Dibêje emê wan tiştan bi ti awayî qebûl nekin.

Aloziyên navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewrûpayê derbarê qirîza 10 balyozên ku daxwaza azad kirina karsazê girtî Osman Qewala kiribûn, berdewamin.

Duhê Serokkomarê Tirkiyeyê gotibû ku vê wan 10 balyoz weke kesên nexwestî li Tirkiyeyê werin nasîn û ji Tirkiyeyê jî werin avêtin.

Li hember daxuyaniya han ya Erdogan, Serokê parlementoya Ewrûpayê David Sassoli jî bersifa Erdogan da û ragihand ku, YE wan tiştan qebûl nake û li hember pêngavên han jî bi ti awayî bêdeng nabe.

Ji aliyeke din ve, ew welatên ku balyozên wan daxwaza azadiya Qewala kiribûn, niha bo ku li hember Tirkiyeyê helwesteke wan ya yekgirtî hebe, di nava danûstandinan dene.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.