Sê welatên deverê daxuyaniyeke hevbeş weşandin.
Di çarçoveya 9mîn civîna hevbeş ya di navbera Qibrisa Başûr, Yûnan û Misirê de, Serokên wan her sê welatan duhê li Yûnanê civiyan.
Piştî civînê, daxuyaniyeke hevbeş hate weşandin û di nava daxyaniya han de hatiye diyarkirin ku ew her sê welat tekez li ser berfirtir kirina têkiliyên pir alî yên di navbera xwe de û karên hevbeş kirine.
Di beşeke din ya daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku hebûna Tirkiyeyê û siyasetên ku Tirkiye li Rojhilatê behra spî cîhbicîh dike, gefeke gelek mezin û metirsîdarin li ser rewşa deverê.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye gotin ku Tirkiye berdewame li ser çê kirina kêşe û aloziyan li deverê de û Tirkiye gefeke mezin û metirsîdare li ser aramiya welatên deverê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin