Yekîtiya Ewrupa Tirkiyê bi tundî rexne dike

dibêje danûstaninên endamtiyê hatine rawestandin.
کوردستان TV
100%

Yekîtiya Ewrupa (YE) roja Sêşemê ser Tirkiyê rapora xwe ya salane ragihand.

Di raporê de hat diyar kirin ku hewldana Tirkiyê ya jibo tevlîbûna YE "jiber kêmasiyên cidî yên demokratîk" hatiye qonaxa rawestandinê.

Di raporta ku ji hêla Komîsyona Ewrupa ve hatiye amade kirin de, tê gotin ku hikûmeta Tayyîp Erdogan kiryarên bi berdewamî ku demokrasî û serweriya dadmendiyê hilwediweşîne domand û pêşniyarên YE yên sala borî paşgoh kir.

Hevdem, di raporê de bo cara yekê hate destnîşan kirin ku Enqere êdî di pêkanîna reformên bi piştgiriya YE de ne cidî ye.

Her çend Erdogan di Nîsanê de jibo endamtîya tam ya YE jinûve soz da, dema ku her du alîyan hewl didan ku peywendîyan baştir bikin.

Komîsyonê got, "Fikarên cidî yên YE yên ser berdewamkirina xirabûna demokrasiyê, serweriya hiqûqê, mafên bingehîn û serbixwebûna darizandinê nehatine çareserkirin. Di gelek waran de paşveçûn zêde bûye."

Di beşeke din ji raportê de hatiye nivîsandin ku, di bin şert û mercên heyî de, danûstandinên endamtiya Tirkiyê hatiye qonaxa sekinandinê,"

Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê ragihand ku rapora YE yê "nêzîkatîyeke bi du-standardan" nîşan dide û got ku ew "rexneyên neheq û îdayên bê bingeh" red dikin.

Wezaretê tawanbar kir ku YE sozên xwe yên bo Tirkîyê bi cîh nekiriye û berpirsiyarîyên xwe bicîh neanîye.

Wezaretê destnîşan kir ku "Tirkiye bi awayên herî xurt tercîha xwe ya stratejîk ya endamtiya tam ya Yekîtiya Ewrupayê didomîne."

Pispor, rapora salane ya YE yê wek ji dema ku Enqere 16 sal berê dest bi hevdîtinên endamtiyê kir vir ve, wek rapora herî rexnegir dinirxînin.

Bi destkarî ve ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.