Operasiyona îtlaatê rastî şikestê hat

îtlaat bi rêya jinek xwestiye operasiyona han serbixe.
کوردستان TV
100%

Dixwest li Tirkiyeyê Efserekî berê vegerîne Îranê.

Roja çarşema derbasbûyî çapemeniya Tirkiyeyê belav kir ku, hêzên ewlekarî yên Tirkiyeyê karîne tîmeke sîxorî ya Îranê binçav bike, ku xwestibûn, Efserekî Îranî vegerînin Îranê.

Di vê derbarê de dengê Amerîkayê jî raportek amade kiriye û li gel Efserê berê yê hêzên asmanî yên Îranê Mêhirdad Abdarbaşî hevpeyvînek kiriye.

Efserê berê yê hêzên asmanî yên Îranê Mêhirdad Abdarbaşî diyar kiriye ku beriya sê salan artêşa Îranê xwest li gel hêzên xwe yên bejahî tîmeke hêzên asmanî jî bişîne Sûriyeyê daku dijî hêzên Îsraîlî şer bikin, di nava tîmê de navê min jî hebû, lê min qebûl nekir ez biçim Sûriyeyê, lewre spah û artêşa Îranê li dijî min dest bi lêpirsînê kirin û gef jî li min xwarin.

Abdarbaşî diyar kiriye ku di demeke kurt de kariye ji Îranê bazde û biçe Tirkiyeyê, lê îtlaata Îranê li Tirkiyeyê bi rêya jineke Îranî ku têkiliyên xwe li gel Îtlaatê hebûne, hewla girtina min û vegerandina min bo Îranê da, lê hewldana wan hate pûçkirin û tîma îtlaata Îranê ji aliyê hêzên ewlekarî yên Tirkiyeyê ve hate girtin.

Mêhirdad Abdarbaşî balefirvanê artêşa Îranê bûye û dev ji balefirvaniyê berdaye û reviyaye Tirkiyeyê.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.