Dibêjin vê êrîş pêk werin.
Wezaretên derve yên Amerîka û Brîtanyayê îro bi weşandina du daxuyaniyên cuda, huşdarî dan welatiyên xwe yên li Efxanistanê.
Di daxuyaniyên wezaretên derve yên wan du welatan de hatiye diyarkirin ku vê li Efxanistanê êrîşên întîharî pêk werin lewre lazime welatiyên Amerîkî û Brîtanî xwe ji cîhên qerebalix û navdar yên Efxanistanê bidûr bigirin.
Wan her du welatan ji welatiyên xwe re gotine ku lazime ji hotêla Serena xwe dûr bixin jiber ku îstîxbarat heye ku vê êrîşên întîharî pêk werin.
Weke tê zanîn piştî vekêşîna Amerîkayê ji Efxanistanê, Amerîka çend caran huşdarî dabû ku teqîn çê dibin û piştî çend seatan jî teqîn pêk hatibûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin