Nêzî 4 hezar çekên etomî yên Amerîkayê hene.
Li gor jêderên çapemeniyê, hijmareke zêde çekdên etomî yên çalak û ne çalak di destê artêşa Amerîkayê dene.
Di vê derbarê de ajansa AP belav kiriye ku li gor zaniyariyên ku ji rayedarên siyasî û leşkerî yên Amerîkayê dest ketine, niha di destê artêşa Amerîkayê de bi giştî 3 hezar û 750 çekên etomî hene ku beşek ji wan ektîfin û beşeke din jî ne ektifin.
AP diyar kiriye ku ji sala 2017an heta 2020an Amerîka hijmara çekên xwe yên etomî bi hinek kêm kiriye û di nava wan sê salan de 127 çekên etomî yên artêşa Amerîkayê hatine kêmkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin