Dibêje lazime 4 madeyên destpêkê yên destûrê werin guhertin.
Hewldanên partiya desthilatdar ya Tirkiyeyê ( AKP) û aliyên din bi taybetî opozîsyona Tirkiyeyê bo amadekirina destûreke nû bo Tirkiyeyê berdewamin.
Li ser mijara amadekirina destûreke nû bo Tirkiyeyê wekîlê Serokê civata bilind ya şewira Serokkomariya Tirkiyeyê Îsmaîl Qehreman ragihand ku lazime li Tirkiyeyê destûreke nû ya îslamî were amadekirin jiber ku Tirkiye pêdiviya xwe bi destûreke îslamî heye.
Îsmaîl Qehreman herwiha eşkere kiriye ku eger destûra nû ya Tirkiyeyê were amadekirin eger heye ku her 4 madeyên destpêkê yên destûra niha ya Tirkiyeyê jî werin guhertin.
Nav hatî tekez li ser vê yekê kiriye ku nabe bi ti awayî madeyên negur bikevin nava destûra nû ya Tirkiyeyê de.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin