Aloziyên navbera Îran û Azerbaycan zêde dibin

Iran jî beriya çend rojan li ser sînorên xwe li gel Azerbaycanê tetbîqat kirbû.
کوردستان TV
100%

Azerbaycan û Tirkiye jî tetbîqateke leşkerî dikin.

Piştî ku artêşa Îranî li nêzî sînorên Azerbaycanê tetbîqateke leşkerî lidarxist, rayedarên Azerbaycanê jî dijatiya xwe li hember tetbîqata han ya leşkerî diyar kirin.

Jiber tetbîqata han ya Îranê, aloziyên siyasî û dîplomatîkî di navbera her du welatan de zêde bûn û gehêştin vê astê ku êrîşî ser balyozxane û konsulusxaneya Îranê yên li Azerbaycanê were kirin.

Herwiha Îran jî Azerbayca bi xiyanet kirin li dayika xwe ku Îrane, tawanbar dike.

Ji aliyeke din ve duhê Azerbaycan û Tirkiye jî biryar dan daku bi hevbeşî li ser sînorên navbera Îran û Ermenistanê de weke bersifdana Îranê, tetbîqateke leşkerî lidar bixin.

Weke tê zanîn di şerê Qerebaxê ya di navbera Îran û Azerbaycanê de, Tirkiye komên cîhadî şandibû, Qerebaxê û ev yek jî bibû sedema dilgiraniya Îranê û niha Îran jî hertim dibêje lazime ev komên cîhadî ji deverê werin derxistin.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.