Li Idlib û Heleb bicîh kirine.
Aloziyên li Sûriyeyê berdewamin û ji aliyekê ve Sûriye û Rûsye û ji aliyeke din ve Tirkiye û cîhadî jî amadekariyên xwe bo şereke dijwar didomînin.
Her di vê çarçoveyê de çapemeniya Sûriyeyê belav kir ku, komên cîhadî bombeyên kîmiyayî bo eniyên şer veguhastine û dixwazin wan bikar bînin.
Ajansa fermî ya Sûriyeyê SANA ragihand ku li gor zaniyariyên îstîxbaratî yên ku li herêmê dest wan ketine, komên cîhadî ji welateke din bombeyên kîmiyayî amadekirine û bombeyên han bi alîkariya pisporên dewleteke din bo eniyên şer bi taybetî li Îdlib, Hema û cebel Zawiyeyê veguhastine.
SANA behsa vê yekê kiriye ku 4 ji wan bombeyên kîmiyayî ( Klor û Sarîn) li nêzî Babê hatine bicîhkirin, 2 bombeyên din yên Sarîn jî li çiyayê Zawiye û evin din jî li Heleb û derdorê Îdlibê hatine bicîhkirin.
SANA li ser zarê pisporên leşkerî veguhastiye ku komên cîhadî dixwazin pirovakasiyona bikin û çekên kîmiyayî bikar bînin û pişt re jî bêjin rejîmê çekên kîmiyayê bikar aniye.
Weke tê zanîn rewşa Îdlibê gelek aloz bûye, êrîşên Rûsye û Sûriyeyê bo ser komên cîhadî berdewamin û Tirkiye jî ku piştîvaniya komên çekdar dike gelek hêzên piştîvanî şandiye deverê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin