Di mehekê de 39 welatiyên Kurd hatine girtin

2 welatî jî jiber çalakiyên olî hatine girtin.
کوردستان TV
100%

Piraniya girtiyan çalakvanên siyasî ne.

Navenda mafên mirovan ya Hengawê ragihand ku operasiyonên girtinê yên rejîma Îranê yên li dijî welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê berdewamin.

Hengawê diyar kiriye ku bi tenê di meha Îlonê de li seraserê Rojhilatê Kurdistanê de 39 welatiyên Kurd ku piraniya wan çalakvanên siyasî ne hatine girtin.

Hengawê ev yek eşkere kiriye ku tawana hevkarî kirin li gel partiyên Kurdî yên li dijî rejîma Îranê hinceta binçav kirina wan çalakvanane.

Herwiha hatiye zanîn ku du welatî jî jiber çalakiyên olî hatine girtin.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.