Dermana dijî Koronayê hate çê kirin

di demeke nêz de dikeva bazarên cîhanê.
کوردستان TV
100%

Kompaniyeke Amerîkî dibêje em gehêştine pêvajoya dawiyê.

Kompaniyeke dermansaziyê ya Amerîkî a bi navê Merck ragihandiye ku kariye bo rûbirû bûna Koronayê dermaneke nû amade bike.

Li gor daxuyaniya çapemeniyê ya Merck dermana ku hatiye çêkirin hebe, çend qonaxên curbicur yên nûjdarî yên taybet bi cerbandinê û bandorê, li ser laşê mirov hatine derbaskirin û ev heba ku hatiye çêkirin heta niha kariye bandoreke baş li ser Koronayê bike.

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev yek hatiye eşkere kirin ku derman li ser çend kesan hatiye cerbandin û kesên ku derman bikar anîne, ji sedî 50 kêmtir ji kesên ku dermana wan bikar neanîne, jiber Koronayê tengav dibin anjî Korona zextê li wan dike.

Kompaniya Merck diyar kiriye ku vê piştî derbas kirina çend qonaxên din dest bi hêlbirîna berfire ya dermana han û şandina dermanê bo bazarên cîhanê bike.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.