Hêzên Îraqî dikevin amadebaşiyê

heta dawiya hilbijartinê di amadebaşiyê de dibin.
کوردستان TV
100%

Jiber hilbijartinan dikevin amadebaşiyê.

Rayedarên Îraqê diyar kirine ku bi mebesta parastina selametiya dengder û hilbijartinan tevahiya hêzên ewlekarî yên ser bi wezareta navxwe ya Îraqê dikevin amadebaşiyê.

Li gor çapemeniya Îraqê amadebaşiya hêzên ewlekarî yên Îraqê di roja 2 Cotmehê destpê dike û heta piştî hilbijartinê berdewam dibe.

Herwiha hate zanîn ku di nava wan 8 rojan de tevahiya îzindanên taybet bi hêzên ewlekarî jî tên ragirtin.

Ji aliyeke din ve komîsyona hilbijartinan jî diyar kiriye ku jiber hilbijartinan vê bi qasî 24 seatan tevahiya deriyên Îraqê werin daxistin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.