Jiber nebûna cîhê dest bi çalakiyan kiribûn.
Çalakiyên Xwendekarên zanîngehan li Tirkiyeyê berdewamin.
Ev zêdetirji 10 rojane, li gelek bajarên Tirkiyeyê jiber nebûna cîhê bo mayîna Xwendekaran ( beşên navxweyî) hijmareke gelek zêde ji Xwendekarên zanîngehên Tirkiyeyê dest bi çalakiyên rûnîştinê li cîhên giştî kirine.
Nebûna cîhê mayîn û giran bûna kirêya xaniyan, Xwendekar nikarin cîhê mayîn bo xwe dabîn bikin, lewre dest bi çalakiyan kirine, opozîsyona Tirkiyeyê jî desthilat tawanabar dike û desthilata Tirkiyeyê jî Xwendekaran tawanbar dike.
Duhê Serokkomarê Tirkiyeyê gotibû ti kêşeyeke bicîh kirinê li Tirkiyeyê tuneye û ewin ku çalakiyan dikin ne xwendekarin.
Piştî vê daxuyaniya Erdogan polîs li Îstenbûl, Îzmîr û çend bajarên din êrîşî ser Xwendekarên zanînehan kir û herî kêm 80 Xwendekar binçav kir.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin